Lîsta 16 an hilbijêrin
8 sedemên ji bo hilbijartina Lîsta Navnetewî/MLPD
Bang ji hilbijartina parlamenta eyaletê di 27. Cotmeh 2019
- Êdî bes e! Bi vî awayî nikare berdewam bike. Çend kapîtalîstên mezin her diçe zêdetir dewlemendiya dikin bin destê xwe. Bo vêya jî kedkar û xwezayê bi xedarî dişêlînin. Ji bona vêya şeran jî dimeşînin. Hikûmeta Merkel-/Seehofer xizmeta van hikûmdaran dike û her diçe zêdetir berbi aliyê rastê dimeşe. Di mijarên cihê kar, Harz IV û perwerdehî, miaş û teqawûtî, Mala Zarokan, dibistan û zanîngeh an jî parastina xwezayê de. Divê bi berjewendiya civakê û ya xwezayê de be û ne ji bo zêdetir qezenca çend kesan de be!
- Almanya di nav tengasîyeke aborî de ye, û ev yek rastrast di nav krîza kapîtalîzmê ya berfireh de diqewime. Monol dîsa destpêkirine barê krîzên xwe bavêjin ser pişta gel û xwezayê. Lê divê prensîba sedemê aşkere be! Em li dijî ji holê rakirina cihên kar, dijî gurrkirina wêraniya xwezayê û tunekirina destkeftiyên civakî protestoyê organîze dikin.
- Partiyên Çep, SPD û Kesk beyan dikin ku ew dixwazin her tiştî baştir bikin. Ev pênc salin ku ew rêvebirê hukûmeta eyaletê nin, çima wan ev tişt di wê demê de pêneanîn? Ji ber ku ewan xwe spartin kapîtalîzmê û awazê siyaseta bûrjûwayan. Ji ber vê ye ku Ramelow piraniya sozên xqe yên ku wî dabû, neanî bi cîh. Deng nedin „berdewamiya wiha“ re. Partiya Çep/SDP/Kesk bi siyaseta xwe ya „çep nîşandin, biêwirin alîyê rastî“ têkçûn. Vê carê deng çepê çalak!
- AfD û NPD ji hêla herî paşverû tên. Mirov ji wan çi pirs bike jî ew dibêjin: sûcdarê hemû probleman „penaber“ in. Peyvên erzan! Siyasetmedarên AfD yên sereke ji aliyên herî sûcdar in – ew bi dehsalan di nava CDUyê de xwedî erk bûn, ew esílzade, şêwirmendê şirketan û bo qezenca bim kar her tiştî dikin. Ji bo vêya jî berjewendiya wan ew e ku ew tekoşîna dijî kapîtalîzmê perçe bikin. Ji bona gelê belengaz ti alternatîfên wan nînin. Derbarê xwezayê de ji gotinên pêve tiştek nîne: Ew tehdîta xelaya ewayê raste rast înkar dikin – Sposorên ligel Exxon und Co. Deng nedin AfD û NPD!
- Hewcedariya welat bi sîyasetmedarên nû heye! Ji sedî 74 ên namzedên me karker in û karmendên ji qada jêr in. Ew di seranserê salê de wek sendîkavan, Marksîst-Lenînînst, Antîfaşîst, parêzerên xwezayê û yên mafê jinan çalak in. Ew bi rastî jî karê xwe yê piçûk dimeşînin – hilbijartin hebe jî tunebe jî. Emê di roja suşema piştî hilbijartinê jî bi berdewamî tev we ji bo mafên we tekoşîn bidin.
- Bênebê ji bo parastina xwezayê! Divê êdî ji daxwazên parek piçûk ji mirovan derbarê paşeroja bi milyaran mirovan re dawî ware. Emê dinyayeke çew ji zarokên xwe re bihêlin? Tevgera FFF li ser riya rast e ku ew dest ji meşînên xwe yên her rojên îne bernadin. Berî her tiştî mirov û xweza! Serhilhan li dijî aboriya bo berjewendiyê.
- Dem dema wê ye: Di vê ji hevdu cûdabûnê de baskê pêşverû û şoreşger xurttir bikin! Derbarê biryara xwe ya hilbijartinê de baş bifikirin: Kîjan rê dê we ji bo salên pêş xurt bike? Li dewsa bêhêvîbûnê, rawestandin û hêrsa bê encam em alîgirê rexneya zanistî dijî kapîtalîzmê, yê protestoya çalak ya bi rêxistinkirî, piştgirî û geşbînîyê nin.
- Dem dema paşerojeke bi hêvî ye – şans nedine dijiyatiya komunîzmê! Hemû partîyên serdestan di dijayetiya komunîzmê de yekgirtî nin. Ramelow jî xwe spartiye vê yekê ji bona ku di nav siyaseta serdestan de rehet be. Lê divê kapîtalîzm bibe dawiya dîrokê? Nein! Em prnsîb û baweriyê navêjin alîyekê, ji ber ku dijî vêya tevger jî heye. Guftûgoya derbarê civakeke dervayî kapîtalîzmê beşeke ji Lîsteya me ye. Ji bo pir kesan ev tenê dikare sosyalîzma rastî be.